Xerîbî
Quelle: Spotify
Birîndar kirim xerîbiyê
ez ji xwe re kuştim xerîbiyê
min bese ji vê eziyetiyê
berêm kete vê beriyê
dikim nakim ji bîram naçê
rewşa welat û beracê
çiya û newal û qelaçê
ez ne melekim xwediyê tacê
kuro lawo welat xweş e
me jê barkir rojê reş e
dijmin sote wek serxweş e
ji zilm û zorê me dameş e
vê buharê gul pişkivîn
li çol û çiya û dilê birîn
dil û nave min dikewgirîn
kanî welat û ala rengîn
Derdê welat pir girana
Jêre divê jîr û zana
Mêjî û ziman ew dermana
Wê xilaskin Kurdistana
Zeige deinen Freunden, dass dir Xerîbî von Ciwan Haco gefällt:
Kommentare